Mustafa Deveci
21 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2023
Zarokê Filistînî Ehmed Mihemed el-Xalidî yê li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmehê vir va di bin bomberana artêşa Îsraîlê da ye û qeyrana xwarinê lê zêde ye dijî got ji ber ku ew nikarin têra xwe xwarinê bibînin û zikê xwe têr bikin şev birçî radizên.
Wêneyên Xalidî yên ku li ser medyaya civakî belav bûn rewşa qeyrana xwarinê ya li Xezeya di bin êrîşên Îsraîlê da ye bi zelal eşkere dike.
Xalîdî diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê ew û malbata xwe neçar mane ji mala xwe ya li bakurê Xezeyê derkevin û herin bajarê Refahê ya li başûr.
Zarokê Filistînî Xalidî da zanîn ku li Xezeyê gelek kêm tişt peyda dibin û bihayên wan jî pir zêde ye.
Xalidî got li Xezeyê tiştekî xwarinê tune, hema ew çi bibinin bi wan va zikê xwe têr dikin.
-"Em birçî radizên"
Xalidî anî ziman ku ew nîvro carna çaryek an jî nîvê nan dixwin û hewl didin bi vê va roja xwe derbas bikin û wiha got: "Em birçî radizên. Dema ku ez ji dayika xwe dipirsim ka tiştek heye ku em bixwin, dibêje 'tiştekî ku bixwî tune razê'. Tiştekî me tune ku em jiyana xwe îdare bikin."
Qasî 2,3 milyon Filistîniyên li Xeta Xezetê dijîn tengasiya xwarin, xurek, av, derman, ceyran û sotemeniyê dibînin.
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî ya ku di 6ê Çileya Pêşîn eşkere kir, li bakurê Xezeyê ji 10 malbatan jê 9, li başûrê Xezeyê jî ji 3 malbatan herî kêm 2 malbat roj û şevekê bê xwarin derbas dikin.