Li Sûriyeyê ev demeke dirêj e ku hêzên Esed ji hewayê û bejayê êrîşî Cobara herêma Şamê dikin û di êrîşan de bi sedan zarok mirin û yên ku di êrîşan de birîndar bûn jî bi darikan bi rê ve diçin.
Hêzên Esed ji bo ku kontrolê bi dest bixin her roj bi dehan êrîşên ji hewayê dibin li ser herêma Cobarê û zarokên ku haj bi tu tiştî tunin berdêla şer giran didin.
Ebû Mehmûdê ku di êrîşên hewayî de zarokekî wî mir û du zarokên wî jî birîndar bûn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên Esed rojekê li herêma Cobarê 35 cih bombebaran kir û yek ji wan cihan jî mala wî bû.
Ebû Mehmûd qal kir ku bi xêra hevalên xwe pê hesiya ku mala wî hatiye bombebarankirin û got di bombebaranê de kurê min Adil mir û kurên min Mehmûd û Yûsiv ji lingên xwe birîndar bibûn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Kurê min ê mezin Mehmûd 5 caran ê biçûk Yûsiv jî 4 caran emeliyat bû. Her du kurên min nikarin bimeşin ango ji bo ku bimeşin gopal bi kar tînin. Lê şikir ji Xwedê re ku nemirin."
Ebû Mehmûd diyar kir dema rewş mala xwe dît wisa fikirî ku ji malbata wî tu kes nemeya her kes miriye û got "Ma kurê min terorîst bû ku bombe barandin ser wî. Çi sûcê wî hebû? Çima zarok berdêla vî şerê bi canê xwe didin?"
Mehmûdê 13 salî jî got "Di êrîşa Esed de ez û birayê min Yûsiv em birîndar bûn û ji lingê xwe emeliyat bûn. Em niha bi arîkariya malbata xwe radibin ser piyan û jiyana me girêdayî darikan e."