09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
ANKARA
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew ji ber nehevsengiya bazirganiya navbera Amerîka û Çînê rêvebiriya Pekînê sûcdar nake, berpisyarî ya rêvebiriyên berê yên Amerîkayê ye.
Li gor nûçeya CNNê Trump li Çînê xîtabî karsazan kir û bal kişand ku divê di navbera herdu welatan da nehevsengiya bazirganiyê were çareserkirin.
Trump wiha axivî: "Mixabin vê gavê di têkiliyên me yên aboriyê da rewşeke yekalî û neheq heye. Lê ez ji bo vê Çînê sûcdar nakim. Kê dikare welatekî ku ji bo berjewendiya welatiyên xwe ji welatekî din feydê hildide, sûcdar bike? Ez di vê mijarê da Çînê pîroz dikim."
Trump destnîşan kir ku berpirsyarî ya rêvebiriyên berê yên Amerîkayê ye ku bazirganî kêm bûye û ji kontrolê derketiye.
Trump wiha dewam kir:
"Divê em vê nehevsengiyê sererast bikin, lewra ev kar êdî nameşe. Şirketên Amerîkayê û xebatkarên amerîkayî zirarê ji vê rewşê dibînin. Ne pêkan e ku ev wiha dewam bike."