Sevim Hatun
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
ANKARA
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku rejima Beşar Esed îsal di serdema rêbendan-cotmehê de herî kêm 5 hezar û 318 bombeyên warilê avêtin.
Di rapora SNHRê de hat diyarkirin ku hêzên rejimê di 10 mehên dawîn ên îsal de herî kêm 5 hezar û 318 bombeyên warilê avêtin.
Di raporê de hat eşkerekirin ku rejimê de meha rêbendanê de herî kêm 634, di sibatê de 502, di adarê de 495, di nîsanê de 938, di gulanê de 412, di hezîranê de hezar û 271, di tîrmehê de 224, di tebaxê de 92, di îlonê de 216 bombeyên warilê bi kar anîn.
Di raporê de hat diyarkirin ku meha borî herî kêm 534 bombeyên warilê hatin avêtin ji ber vê yekê 3 jê zarok 5 sivîl mirin.
- Bihaya wan 50 dolar e bandora wan mezin e
Rejim ji ber ku bihayê wan kêm, bandora wan zêde ye bombeyên warilê bi kar tîne. Bi van bombeyan herî zêde qadên sivîl lê ne hedef tên girtin. Warîl li gor teqemeniya ku dikin hundirê wê li qadeke bi qasî 50-200 metreyî dibin sedema texrîbatê.