Hat ragihandin ku di 10 êrişên ji hewayê yên ku birin ser Îdliba bajarê Sûriyeyê ya ku di destê mixalifan da ye da 21 sivîl mirin û 18 sivîl jî birîndar ketin.
07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
İdlib
ÎDLIB
Hat ragihandin ku di 10 êrişên ji hewayê yên ku birin ser Îdliba bajarê Sûriyeyê ya ku di destê mixalifan da ye da 21 sivîl mirin û 18 sivîl jî birîndar ketin.
Omer Ulwanê ji rayedarên parastina sivîlan a Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Teyareyên ku li gor texmîna me yên Rûsyayê ne 10 caran êrişî ser Kusura taxa Îdlibê kirin."
Ulwan destnîşan kir ku di êrişan da 21 sivîl mirin û 18 sivîl jî birîndar ketin, ekîbên parastina sivîlan û yên tenduristiyê birîndar ji herêma êrîşê derxistin.
Ulwan diyar kir ku di êrîşê da gelek avahî hilweşiyan û zirar dîtin, birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr û rewşa hin birîndaran giran e.
Li Sûriyeyê teyareyên rejimê pirî caran carekê an jî du caran êriş dikin û vedikişin, piraniya teyareyên Rûsyayê bi hev ra û di heman demê da ji hewayê êriş dikin.
Li Sûriyeyê di navbera aliyên ku şer dikin da di 30yê Kanûnê da di garanrotiya Tirkiye û Rûsyayê da agirbest hatibû îmzekirin.