07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
BRUKSEL
Serdozgerê Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Paolo Mengozzî ragihand, divê Belçîka bi mebesta însanî vîzeyê bide malbateke penaber a Sûriyeyê.
Malbateke sûriyeyî her çend mihtacî parastinê bû jî û her çend dadgehê biryar dan jî, hikûmeta Belçîkayê daxwaza malbatê a vîzeyê red kir. Redkirina daxwaza vîzeyê çû ber destê Dîwana Edaletê ya YEyê ku navenda wê li Luksemburgê ye. Serdozger Mengozzî diyar kir, heke biryara neyênî ku wê bibe sedema encamên giran, dewletên endam divê ji bo mebestên însanî vîzeyê bidin.
Serdozger destnîşan kir, hiqûqa yekîtiyê ji bo dewletên endam derbasdar e, ji ber vê yekê divê Belçîka li gor peymanan tevbigere, divê rewşa malbata navborî di çarçoveya benda "astengkirina îşkence, miemeleya dermirovî an jî miemeleya nemerdî" da were nirxandin.
Her çend biryara dadgehê ne tenê li gor fikra serdozgeran were dayîn jî wê tesîra xwe li ser biryara dadgehê bike.
- Pêvajo
Li Helebê malbateke Îsewî û xwediyê 2 zarokan bû ji bo ku biçin Belçîkayê serî li vîzeyê dabû û Belçîkayê jî qebûl kiribû. Lê ev serîlêdan ji aliyê Wezîrê Koçberî û Penaberan yê Belçîkayê Theo Francken va hatibû redkirin.
Malbat der heqê wezîr de gilîdar bûbû û dadgehê jî malbat mafdar ditîbû û ji bo her rojên ku vîze nehatibû dayîn 1000 hezar ewro ciza dabû.
Nifûsa Belçîkayê 11 milyon e. Di sala 2015an de 35 hezar penaberan ji bo vîzeyê serî li Belçîkayê dabû.