İbrahim Atmaca
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî û Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman diyar kir, ji ber ku Îranê fuze ji Hûsiyên Yêmenê ra peyda kirin, meriv dikare bêje ku "ev êrîşeke leşkerî ya rasterast e".
Li gor nûçeya SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî, Prensê Welîehd bîn Selman bi têlefonê ji Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Boris Johnson ra axivî. Di axaftinê da Selman wiha got: "Ji ber ku Îranê fuze ji Hûsiyên Yêmenê ra peyda kirin, meriv dikare vê yekê wekî êrîşeke leşkerî ya rasterast bihesibîne. Heta meriv dikare bêje ku li dijî qraltiyê hereketeke şer e"
Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Johnson jî êrîşa fuzeya balîstîk a ku Hûsiyan bir ser Riyadê û bi qestî sivîl kirin hedef, şermezar kir. Johnson diyar kir, welatê wî li hember gefên ewlehiyê ligel Erebistana Siûdî ye.
Her wiha hat gotin ku herdu wezîr di axaftinê da li ser rewşa herêmî û navneteweyî sekinîn.
Roja paşînê ji Yêmenê fuzeyên balîstîk avêtibûn Riyada paytexta Erebistana Siûdî û pergalên parastina hewayî fuze berteref kiribûn.