18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
MOSKOVA
Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) daxuyand ku kesekî eslê xwe ji Asyaya Navîn e û êrîşa bibombe ya li metroya St. Petersburgê plan kiriye, hat girtin.
Di daxuyaniya FSByê de hat gotin ku Abror Azîmov (27) li nêzîkî Moskovayê hat girtin.
Hat gotin ku navê Azîmov di nav wan kesên ku ev êrîş plan kirine û ji bo êrîşê bombe amade kirine de heye.
Di 3yê nîsanê da li metroya St. Petersburgê bombe hatibû teqandin û di êrîşê de 15 kes miribûn, ji 40î zêdetir kes jî birîndar bûbûn. Komîteya Jêpirsînê ya Rûsyayê daxuyandibû ku Akbarcan Celîlov (22) êrîş kiriye.