18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
TAHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji ber ku midaxeleyî mijarên aboriyê yê welêt dikin Mihafizên Şoreşê rexne kir.
Serokomar Rûhanî beşdarî pîrozbahiyên ji bo Roja Artêşa Îranê yên ku li Wargeha Beheştî Zehrayê ya li Tehranê hatin kirin bû. Rûhanî li vê derê axivî û got, "Wesweseyên li ser aboriya welêt ên hêzên çekdar wana ji hedefên wan ên bilind dûr dixe."
Rûhanî diyar kir ku fikarên bêbinî yên li ser aboriyê dibe ku hêzên çekdar û fermandaran ji wezîfeya wan a eslî dûr bixin û bi bîr xist ku li gor qanûna bingehîn a Îranê di mijarên lêgerîn û xilaskirinê, perwerde, hilberîn û îmarê da wezîfeya hêzên çekdar a alîkariyê heye.
Navê Artêşa Mihafizên Şoreşê di nav hin operasyonên leşkerî, sabotaj û sûîqesdên li dervayê welêt ên Îranê da derbas dibe, artêş xêncî hêza xwe ya leşkerî bi saziyên îqtisadî yên di dêst da va rê nîşanî polîtîkayên derva û nav welêt dide. Mihafizên Şoreşê ji xêncî budçeya ku li welêt didinê ji saziyên gihandin, vejen û înşaatê yên ku dêst da ne va jî dahateke mezin bi dest dixe.
Muhsîn Rizayiyê fermandarê berê yê Mihafizên Şoreşê di daxuyaniya xwe ya demekê berê dabû da diyar kiribû ku aboriya welêt rind nayê birêvebirin û xwestibû ku 'rêveberiya aboriyê dewrî Mihafizên Şoreşê bikin'.