Polêsên Danîmarkayê daxuyandin êrîşkarê ku him êrîşê civîna karîkaturîst Lars Vîlksê swedî li dar xistibû kiribû û him jî êrîşê sînagogekî (perestgeha Cihûyan) kiribû, ji hêla polêsan ve hat kuştin.
Polêsan daxuyand ku serê sibê li îstasyona Norrebroyê polêsan ji êrîşkar re got "teslim bibe", lê êrîşkar teslim nebû û gule berî polêsan da. Li ser vê polêsan jî gule berdan êrîşkar û ew kuştin. Polêsan daxuyand ku ev êrîşkar berpirsyarê her du êrîşan e.
Li Kopenhanga paytextê Danîmarkayê karîkaturîstê swêdî Lars Vîlks der barê azadiya fikr û ramanan de civînek li dar xistibû. Êrîşkarekî êrîşê vê civînê kiribû, di vê êrîşê de kesekî sîvîl miribû û 3 polês jî birîndar bûbûn.
Dîsa heman êrîşkarî li Kopenhangê di derengiyên şevê de êrîşê sînagogekî kiribû û di vê êrîşê de jî kesek miribû û 2 polês jî birîndar bibûn.
Karîkaturîstê swêdî Lars Vîlks di sala 2007an de der barê Hezretî Mihemed de karîkatur xêz kiribû û gelek kesan bertek nîşanî van karîkaturan dabûn.