19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
PARÎS
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande hêzên ewlehiyê yên ku êrişkar berteref kirin, pîroz kirin. Êrişkar di banliyoya Parîsê da gule berdabû polês, paşê li Balafirgeha Orlyê êrişî leşkeran kiribû û hêzên ewlehiyê ew berteref kiribûn.
Hollande li ser êrişan daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku dewlet wê têkoşîna terorê biryardarî bidomîne û wiha dewam kir: "Ez ji bo cesaret û jêhatîbûna polês û leşkerên ku ev kesê bitalûke berteref kirin, polês û leşkeran pîroz dikim."
- Êrişkar 39 salî ye
Li gor nûçeya ku kanala BFMê dispêre çavkaniyên polêsan, êrişkar welatiyê Fransayê ye û 39 salî ye. Bav û birayê wî jî hatin binçavkirin.
Kanala BFMê diyar kir, ji ber sûcê şêlandina çekdarî, qaçaxcîtiya hişbirê sabiqaya êrişkar heye û servîsên îstixbaratê bi hinceta ku mêla vî kesî li ser "tundreviyê ye" ew dişopandin û polêsan berê carekê avêtiye ser mala wî, di mala wî da lêgerîn kirine.
Rojnameya Le Parîsîenê jî daxuyand ku navê êrişkar "Zied B." ye. Rojnameyê got ku polêsan avêtiye ser adrêsa wî ya banliyoyê ya Garges-les-Gonesseyê.
Li gor nûçeya ku rojnameya fransî dispêre şahidan, êrişkar li Balafirgeha Orlyê pêşiyê xwestiye ku leşkera jin dîl bigire, paşê hev birine û anîne, leşkerê çeka xwe hildaye û xwe di maxazeyekê da veşartiye.
Termînala rojava ya Balafirgeha Orlyê ji bo çûyîn û hatinê cardin vebû. Hat gotin ku seferên trenan jî cardin dest pê kiriye.