NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Serokê Komîsyona Navneteweyî ya Serbixwe Paulo Sergîo Pînheîro, ji ber bêtevgeriya NYyê, di nav Sûriyê de çanda ji ceza mûaf girtin tê parastin. Pînheîro got: ''Ji ber ku civakên navneteweyî û welêtên bi hêz firsendan di demê de nenirxandine ev şer derketiye.''
Pînheîro di Lijneya Giştî ya NYyê de wiha axivî: ''Li Sûriyê gelek bajar bombe kirin û di encamê de gelek sivîlê bêsûc û guneh mirin.''
Pînheîro diyar kir ku li Sûriyê nexweşxane, dibistan û binesazî hatin xerab kirin û wiha pê de çû:' 'Hemû welat bûye qada şer. Gelê bêsûc dibe qurbana çalakiyên terorî.''
Pînheîro da zanîn ku 4 milyon û nîv mirov ji cih û warên xwe bûn, 18 milyon niştecihên mayî jî xwedîtiyê li kesên ji cih û warên xwe bûne dikin.
Pînheîro diyar kir ku vî şerî zirareke bi qasî 60-80 milyar dolarî li aboriya welêt xistiye û wiha pê de çû: ''Ji 2 milyon û nîvan zêdetir kes bêkar in û berxwedana jiyanê didin.''
Pînheîro bilêv kir ku her diçe şer qada xwe firehtir dike û ev yek jî dibe sedema mirina mirovên bêguneh û got:' 'Me di encama lêkolînên xwe de derxist holê, ji bo muxalifan ceza bikin davêjin ser gund û bajaran û di encamê de gelek mirovên bêsûc jî dimrin.''
Pînheîro got ku hin bajar ji aliyê hêzên desthilatdariyê ve hatine dorpêçkirin û nahêlin tiştên pêwîst yên wek xurek, derman, hwd. bikin hundirê bajaran, ev dorpêç kirin û astengî her diçin jiyana mirovan zortir dikin.
Pînheîro da zanîn ku pirsgirêka gel ya herî mezin malbat û xizmên xwe wenda kirine. Di dest jin û dayikan de wêneyên mêr û lawên wan yên windabûyî û bi hêvî li wan digerin. Pînheîro bal kişand ser êşkencexaneyan û aşkere kir ku bûyerên êşkenceyan jî bi raporan derxistine holê. Ji bilî îskenceyan der barê destavêtinan de jî rapor hene.