Önder Beyter
06 Gulan 2019•Rojanekirin: 07 Gulan 2019
Li Sûriyeyê di êrîşên bejayî û asîmanî yên dijî deverên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê da 2 jê zarok 4 jê jin bi tevahî 10 sivîl hatin kuştin.
Rejima Beşar Esed û hevalbendên wê, ji nîvê şevê vir va li dijî navçeyên li bakur û rojavayê Hemayê Morik, Latamine, Kefer Zita û Kifrenbudeyê, bajarokê Keleha Madîkê, gundên Zeyzun, El Înqawî, El Huweyz, El Huweyce, El Hawaş, Til Es Sahir û El Zekatê, li rojhilatê başûr û rojavayê başûrê Îdlibê jî navçeya Kifrenbilê û gundên El Habit, Has, El Knide, Ureynibe, Şînan û Rubu el Cuzê ji beja û asîman êrîşan dikin.
Li gorî çavkaniyên Parastina Sivîlan (Serspî), di êrîşên asîmanî yên piştî nîvê şevê da li gundên girêdayî Îdlibê li Ureynibê 4, li Rubu El Cuzê 4, li Şînanê 2 bi tevahî 10 sivîl hatin kuştin.
Parastina Sivîlan ragihand ku ji yên hatin kuştin 2 jê zarok 4 jê jî jin in.
Ekîbên parastina sivîlan di bin bombardimana gur da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
- Daxuyaniya der heqê balafirên şer ên Ûris da
Ji ser hesabê medyaya civakî yê çavdêrxaneya balafiran a mixalifan a der heqê êrîşên asîmanî yên dijî gundên Rubu El Cuzê û Şînanê da wiha hat gotin, "Balafirên şer ên Ûris ji Baregeha Himeymîm a li Lazqiyeyê rabûn."
Di êrîşên dijî deverên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê yên 4 rojên dawîn da herî kêm 59 sivîl hatin kuştin.
Di rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya meha nîsanê da hatibû destnîşankirin ku di êrîşên rejima Esed da 127 sivîl, di êrîşên asîmanî yên Rûsyayê da jî 13 sivîl hatin kuştin.
Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire. Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.