Hat ragihandin ku li Diyalayê di navbera milîtanên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û hêzên girêdayî hikûmeta Iraqê de şer derket û di şer de 15 milîtanên DÎŞIyê mirin.
Berpirsiyarê navenda polêsan ya çapemeniyê Albay Xalib Atiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên eşîran digel polêsan êrîş bir ser herêma Seddî Sûdûr el-Erwaiye ya 45 kîlomêtro dûrî Bakûbayê.
Atiye diyar kir ku di şer de 15 milîtanên DÎŞiyê mirin, 2 wesayitên çekên giran lê barkirî hatin îmhakirin û ji hêzên girêdayî hikûmetê tu kes nemir.
Ev demek e li Iraqê ji ber valahiya hikûmetê şer û pevçûn çêdibin. Şerê di hezîranê de, di navbera artêşa Iraqê û DÎŞIyê de li Mûsil derket berdewam dike. Artêşa Iraqê digel firokeyên şer ên Amerîkayê êrîşê dibin ser herêm û mewziyên DÎŞIyê.