Haydar Şahin
03 Gulan 2019•Rojanekirin: 04 Gulan 2019
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed û piştgirên wê ji beja û hewayê êrîşên li ser wargehên sivîlan ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" didomînin. Di 24 saetên dawîn da 10 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li Kansafra bajarok û Termela, Bsekla, Has, Maritxirma, Îblîn, Nukeyîr, Beyder Şemso û Îbtîda gundên li başûrê rojhilatê Îdlibê û Kifrenbudeya navçe û Huweyz, Cub Silêman û Kuleydîna gundên li dora Hemayê êrîşên ji beja û hewayê dewam dikin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî) hatin sitandin di êîrşan da duh êvarê li Nukeyîrê kesek û li Îbdîtayê kesek, îro ber destê sibê jî li Îhsîmê kesek, li Beyder Şemsoyê kesek, li Habitê kesek, li Cub Silêmanê kesek, li Kuleydînê 4 kes bi tevahî 10 sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên duh da jî 5 kes hatibûn kuştin.