Abdullah Tel
03 Gulan 2019•Rojanekirin: 04 Gulan 2019
Li Başkaleya navçeya Wanê ser sînorê Îranê termê 6 mêrên tê gotin ku koçberên bêdestûr bûn, hat dîtin.
Şivanên li hermê pezê xwe diçêrandin li çoltera Taxa Gelenlerê cesedê mêrekî dîtin û xeber dan cendermeyan.
Ekîba cendermeyan a ku hat der û dora herêmê kontrol kir û di cihên curbecur ên doxa çemê Sultançayirê da termê 5 mêrên din jî dîtin.
Li gor tespîtê hemû cesed piştî berf heliya derketin meydanê û hat diyarkirin ku ew koçberên bêdestûr ên xwestine zivistanê ji sînor derbas bibin lê ji ber sir û seqemê li wir qefilîne.
Piştî muameleyên dozgeriyê cesed ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.