07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
ANKARA
DEAŞa rêxistina terorê êrîşên li Meclisa Îranê û tirba Xumeynî hildan li ser xwe.
Li ser hesabekî medyaya civakî ya ku tê zanîn hesabê DEAŞê ye wiha hat gotin: "Êrîşa li Meclisê ya navenda Tehranê û ya tirbeya Xumeynî şervanên dewleta Îslamê kirin."
Di êrîşên ku îro serê sibê çêbûn de 7 kes miribûn, 4 kes jî dîl hatibûn girtin.
Di êrîşa Meclisê de herî kêm 8 kes, di êrîşa tirbeya Xumeynî de jî 2 kes birîndar bûbûn.