07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
NEW YORK
Li Amerîkayê di meqaleyeke Rojnameya New York Tîmesê hat weşandin de, biryara DYAyê ya çekdarkirina PYD/PKK hat rexnekirin.
Di rûpela şîroveyê ya rojnameyê da Kyle W. Ortonê analîstê Saziya "Henry Jackson Society"a li Londrayê, di meqaleya xwe de mijara ku Amerîka ji bo DEAŞê çekan dide PYD/PKK şîrove kir û got ku ev tevger rîskeke mezin e.
Orton di meqaleyê da got: "Îhtimal heye ku bi vê biryarê pirsgirêkên mezin derkevin û di têkoşîna dijî DEAŞê de îstiqrara li herêmê têkeve talûkê."
Orton di meqaleyê de ragihand ku PKK di qada navneteweyî de weke "rêxistina terorê yê navneteweyî" tê qebûlkirin. PKKyê ji bo xwe ji pirsgirêkên qanûnî xelas bike di sala 2003an de li Iraq, Îran û Sûriyeyê şaxên cuda ava kir. Orton got ku li ser vê li Sûriyeyê YPG hat avakirin.
Kyle W. Orton, ragihand ku çiqas înkar bikin jî di navbera PKK û PYDyê da têkiliyeke eşkere heye, gelek rêvebirên YPGya şaxa çekdar ê PYDyê, endamên berê yê PKKyê ne.
Her wiha Orton di meqaleyê da ragihand ku PYD/PKK li Sûriyeyê zext li muxalifankir û kontrol xist destê xwe, rêxistin li dijî serokên kurd ên muxalif sûîqestan dike û hinekan jî davêje hepsê.
- Naskirina fiîlî ya meşruiyeta PKKyê"
Orton got ku alîkariya DYAyê ku dide PYD/PKKyê taktîkî ye û ji bo demeke kurt e, lê Amerîka piştî têkoşîna DEAŞê, nikare çekên di destê wan de bigre.
Orton got: "DYAyê bi vê alîkariyê ji bo qebûlkirina meşruiyata PKKyê gavek avet" û ragihand ku bi vê tevgera xwe ve Tirkiyeya mutefîqê NATOyê hêrs kir.