Li Seulê bi dûzanê êrîşî Balyozê Koreya Başûr yê DYAyê Mark Lîppert kirin. Lîppert birîndar ket.
Marîe Harfa Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îro şebeqê li Seula paytext bi dûzanê êrîşî Balyozê Koreya Başûr yê DYAyê Mark Lîppert kirin, di êrîşê de Lîppert birîndar ket.
Harfê destnîşan kir ku Lîppert li nexweşxaneyekî tê dermankirinû rewşa wî baş e û wiha got: "Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin." Harfê diyar kir ku balyozxaneya wan li dijî êrîşê bi hêzên ewlekariyê re dixebitin.
Wek mayîn, Bernadette Meehana Berdevka Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Sipî jî destnîşan kir ku Serokê DYAyê Barack Obama li Lîppert geriya û jê re got Xwedê şifayê bide.
YTNya kanala televizyonê ya Koreya Başûr wêneyeke ku Balyoz Lîppert tê de piştî êrîşî serê xwe girtiye û her cihên wî xun e weşand.
Hat ragihandin ku êrîşvan hat binçavkirin lê belê nasnameya wî nehat eşkerekirin.