Ömer Koparan,Ethem Emre Özcan,Mehmet Burak Karacaoğlu
21 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2023
Bi wesayîteke hewayî ya bêmirov va êrîş birin ser baregeha eskerî ya li herêma El-Tanif a rojhilatê Sûriyeyê ku hêzên Amerîkayê lê dimînin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan 5 wesayîtên hewayî yên bêmirov bi saeta herêmî dora saet 09.00an da êrîşî ser baregeha eskerî ya li herêma Tanifê kirin.
Eskerên Amerîkayê yên pêşengiya koalîsyona dijî DEAŞa rêxistina terorê dikin li wê derê dimînin.
4 wesayîtên hewayî yên bêmirov ji alî eskerên li baregehê va berî bigihêjin armanca xwe hatin berterefkirin û ya 5emîn li avahiyeke di nav baregehê da bû, ket.
Di avahiya êrîş lê hat kirin da xisar çêbû lê tu agahî nehat dayîn.