DUHOK
Hat ragihandin ku li Iraqê bi hezaran êzdiyên kurd ên ku ji Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) direvin, xwe dispêrin Laleşa li bajarê Duhoka herêma Kurdistanê.
Laleş li navçeya Şêxana Duhokê ye û ji bo êzdiyan cihekî pîroz e. Êzdiyên ku her sal ji bo bibin hecî tên Laleşê, îsal jî ji bo ku ji şer û pevçûnan bifilitin berê xwe didin vê mabedê. Êzdiyên ku ji Şengala navçeya Mûsilê, nahiye û gundê der û dora Şengalê direvin, xwe dispêrin Laleşê. Laleşa ku dikeve nav çil û çiyayên Şêxanê ji ber ku nêzî Duhokê ye û pîroz e, êzdî xwe dispêrin.
- An bibin misilman an jî bimirin
Bavê Şêxê ku wek serokê êzdiyan tê qebûlkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku DÎŞI gefa li wan dide û dibêje "an bibin misilman an jî bimirin". Şêx got ku DÎŞIyê ji bo ku êzdî biryarê bidin çend saet midet da êzdiyan.
- 30 hezar êzdî li çil û çiyan mehsûr in
Aktivîstê êzdiyan Narîn Şemo got ku 30 hezar malbatên êzdî li Çiyayê Şengalê hêsîr man. Şemo destnîşan kir ku 45 zarokên êzdî ji tîna mirin û 50 jinên êzdî yên ku hatin revandin jî li Balafirgeha Telaferê girtî ne. Şemo îdia kir ku dê mehra van jinan ji milîtanên DÎŞIyê re bibirin.
- Êzdî çima di hedefê de ne?
DÎŞIyê fita derxistibû û gotibû ku xiristiyanên Mûsilê ji bo ku li bajêr bimînin, divê bibin misilman. DÎŞI di herêmên ku bi dest xistiye de kesên ku misilman û sunî nînin nahewîne. Êzdî jî ji ber vê çendê ditirsin. Li gor çavkaniyên dînî û dîrokî di baweriya êzditiyê de agir, tav û av pîroz e. Di ezditiyê de kesek nikare pişt re bibe êzdî. Di vê baweriyê de gunehê herî mezin tê qebûlkirin ku êzdiyek derbasî dînekî din bibe. Kitêbên pîroz ên vî dînî Mishefa Reş û Kitêba Cilwe ye. Lê tê gotin ku ev herdu kitêb jî winda ne. Ji ber ku di êzdîtiyê de pirtûkeke pîroz tuneye, rîtuelên dînî bi rêya zargotiniyê derbasî nifşên nû dibe. Di êzdîtiyê de edebiyata devkî bi zaravayê kurmancî yê zimanê kurdî didome. Hemû diayên dînî bi zaravayê kurmancî tê kirin.
Êzdî herî zêde di nav sînorê Mûsil û Duhokê de dijîn. Tê gotin ku hejmara wan a li Iraqê 500 hezar e. Qismekî êzdiyên li Iraqê van demên dawiyê ji ber êrîşên koçî welatên Ewropayê kirin.