MÛSIL
Hat ragihandin ku kontrola bendava Mûsilê ya li Iraqê di destê pêşmergeyan de ye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ragihand hêzên pêşmergeyan ên li derdora bendava Mûsilê kozik vedan, 24 saetan amade ne da ku li dijî êrîşên Dewleta Îslama Şam û Iraqê (DÎŞI) têbikoşin.
Fermandarê pêşmergeyên li herêmê Ûsiv Mihemed diyar kir ku kontrola bendava 50 kîlomêtro dûrî Mûsilê ye tu caran neketiye destê DÎŞIyê.
Mihemed diyar kir ku bendava ku jê ava vexwarinê û ceyran tê hilberandin, ji bo gelê Mûsil û Dihokê pir girîng e. Mihemed got ku gava deriyê bendavê bê vekirin Mûsil û gundên derûdora Mûsilê dê di bin avê de bimînin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê berpirsiyariyeke giran li ser milên me ye. Ji bo em vê bendavê ji DÎŞIê biparêzin em 24 saetan nobedariyê dikin. Ji ber êrîşan me zêdetir hêz sewqî herêmê kirin û me çekên giran xwestin."
Hin ajansên nûçeyan ên biyanî îdia kiribûn ku kontrola Bendava Mûsilê ketiye destê DÎŞIyê.
Ev demeke li herêma Iraqê ji ber şer û lawazbûna otorîteyê milîtanên DÎŞIyê kontrola hin herêmên wek Mûsil û Tikrîtê bi dest xistibûn. Ji ber şer û pevçûnan milyonek însanên sivîl mecbûr mabûn da ku ji herêmê koç bikin.