Muhammet Kurşun
09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
REQA
Hat îddiakirin ku koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Emrîkayê, li nahiyeya Akrişiya bajarê Reqayê li mewziyên rêxistina terorî PKK/PYDê xisti û 40 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên herêmî yên Reqayê wergirtin firokeyên şer ên aîdî koalîsyonê operasyona esmanî bir ser nahiyeya Akrişiyê.
Hat ragihandin ku di kêliya bomberdûmanê de mewziyên PKK/PYDê hatin hedefgirtin, 40 terorîst hatin kuştin û gelek terorîst jî birîndar bûn.
Çavkaniyan diyar kir ku li derdora nahiyeyê şer di navbera DEAŞ û PKK/PYDê de diqewime û koalisyonên êrişên mezin dibe ser hedefên DEAŞê.