29 Tebax 2016•Rojanekirin: 30 Tebax 2016
CERABLUS
Hêzên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) kontrola gundê Amarneya ku di destê PKK/PYDa rêxistina terorê da bû bi dest xist û di têketina gund da baregehên kontrolê danîn û di malan da lêgerîn kir. Li gund çar terorîst hatin girtin. Ji wan du kes bi rêya derqanûnî ji Tirkiyê çûne.
"Harekata Mertalê Feratê" ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk û jetên koalîsyonê jî piştgiriyê didinê, dewam dike. Di çarçoveya harekatê da hêzên ASAyê pêş dikevin û li herêma Cerablûsê 10 û ji herêma Raiyê jî sê gund ji grûbên terorîst xelas kirin.
Ekîba AAyê piştî ku gundê Amarneya ku dikeve başûrê Cerablûsê ji PKK/PYDa rêxistina terorê hat xelaskirin, kete gund.
Hêzên ASAyê li hin kuçeyan baregehên ewlehiyê danîn.
Di têketina gund da wesaîtên terorîstan yên ku di pevçûnan da zirar dîtine, bal kişand. Hêzên ASAyê barîkatên ku mensûbên PKK/PYDê danîbûn, rakirin. ASAyê di gelek malên gund da lêgerîn kir û paşê li hin kuçeyan baregeh danîn. Endamên ASAyê li van deran nobetê digrin û wesaîtên ku tên gund, kontrol kirin. Şêniyên gund jî kêfxweş bûn û hatin pêşiya endamên ASAyê.
Hêzên ASAyê li gund çar terorîst girtin. Ji wan du kes bi rêya derqanûnî ji Tirkiyê çûne. Hat gotin ku ji van terorîstan yek jê di 6-7ê cotmeha 2014an da beşdarî xwepêşandanên ku bi behaneya Kobanê hatibû kirin û tê da ji 30î zêdetir kes miribûn, bûye.
Gundê Amarneyê duh ji destê PKK/PYDa rêxistina terorê hatibû xelaskirin. Ahmet Gencoyê Fermandarê grûba Nûreddîn Zengî ku girêdayî ASAyê ye, destnîşan kiribû ku terorîstan di pevçûnan da hewl dan ku gelê sivîl ên gund wek "mertal" bi kar bînin û wiha gotibû: "Me terorîst kuştin, gelê sivîl rizgar kir."