İbrahim Atmaca
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
ANKARA
Alîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin diyar kir, nûçeyên ku dibêjin rêvebiriya Amerîkayê wê Qudsê wek paytextê Îsraîlê binase, pir endîşeyê didin û wiha dewam kir: "Ev bi temamî li dijî statuya dînî û dîrokî, peymanên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî ye."
Kalin li ser hesabê xwe yê Twîtterê der heqê îdiayên ku dibêjin Amerîka wê Qudsê wek paytextê Îsraîlê binase da daxuyanî da.
Kalin destnîşan kir ku nûçeyên li ser vê mijarê pir endîşeyê didin û wiha dewam kir:
"Ev bi temamî li dijî statuya dînî û dîrokî, peymanên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî ye. Jixwe rewşa Rojhilata navîn xerab e, gaveke wiha wê pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn têk bibe û bibe sedema rageşî û pevçûnên nû. Em hêvî dikin ku rêvebiriya Amerîkayê xetayeke wiha wehîm neke. Parastina statuya Quds û Harema Şerîf pir girîng e."