KERKÛK
Berdevkê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Elî Mehdî destnîşan kir ku komên çekdar ên ku di bin serkêşiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de ne 10 kîlomêtro dûrî Kerkûkê bi cî bûne û wiha got:
"Bajar di bin talûkeyê de ye. Kerkûk jî dibe ku wekî herêma Sîncarê bikeve destê milîtanên DÎŞIyê."
Mehdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pevçûnên li Iraqê her diçe zêde dibin.
Mehdî destnîşan kir ku divê bi lez dijî êrîşên DÎŞIyê tevdîr werin hildan û wiha axivî: "Di rojên dawîn de milîtanên DÎŞIyê li başûrê Kerkûkê bi cî bûne. Xwe amade dikin ku êrîş bikin. Divê dijî êrîşên DÎŞIyê tevdîr werin hildan. Bajar di bin talûkeyê de ye. Kerkûk jî dibe ku wekî herêma Sîncarê bikeve destê milîtanên DÎŞIyê."
Mehdî diyar kir ku divê teqez alîkariya navnetweyî bikeve dewrê û wiha dewam kir: "Heke piştgiriyeke navneteweyî yan jî Neteweyên Yekbûyî (NY) tunebe, pêşmerge jî artêşa Iraqê nikarin Kerkûkê biparêzin. DÎŞIyê li bakurê Mûsilê gelek herêm bi dest xistine. Terorîst xwe amade dikin ku êrîşî Kerkûkê bikin. Bajar di bin talûkeyê de ye."
Mehdî destnîşan kir ku milîtanên DÎŞIyê li başûrê Dakuka Kerkûkê 90 gundên erebên sunî bi dest xistine û welatiyên ji Kerkûkê ji ber DÎŞIyê ditirsin.