MÛSIL
Hat ragihandin ku Yekîneyên Parastina Gel yên ji Sûriyeyê derbasî Iraqê bûn, digel pêşmergeyan li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê şer dikin.
Nûçegihanên AAyê li Dihok û herêmên Şengal û Rabîayê yên li ser Mûsilê û gelek cihên şer dîmenên hêzên YPGyê kişandin.
Sê roj in hêzên YPGyê li Iraqê piştgiriyê didin pêşmergeyan. Hêzên YPGyê bi taybetî dixwazin Şengala navçeya Mûsilê ji DÎŞIê bistînin. Li derdora navçeyê operasyonên pêşmerge û YPGyê yên li dijî DÎŞIê dewam dikin. Yekeyên girêdayî Serokê Rêxistina Îstixbaratê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî jî piştgiriyê didin operasyonan.
Di demên borî de, di navbera hêzên YPGyê û pêşmergeyan de nîfaq pêk hatibû; lê belê niha her du hêz bûn yek û li dijî DÎŞIê têdikoşin. Xebata fermandaran a birêkûpêk û ahengdar balê dikşîne.
Di vê navberê de di ser sînorê Sûriyeyê re gelek hêzên YPGyê derbasî Herêma Kurdistanê bûn. Hêzên YPGyê bi xwe re topên hawanê, roketavêj û bîksîlan anîn. Hêzên YPGyê ber bi Mehmûdiyeya gundê Mûsilê ve ya lê herî zêde şer diqewime ve ketin rê.
- Kurdên Êzîdî eleqeyeke mezin nîşanî YPGyiyan didin
Kurdên êzdî yên li derdora Şengalê dijîn eleqeyeke mezin nîşanî hêzên YPGyê yên ku ji bo parastina wan tên herêmê, didin. Kurdên êzdî carinan ji bo serokê rêxistinê Evdila Ocalan jî dirûşman berz dikin. Ev eleqeya gel hêzên YPGyê kêfxweş dike.
Serokê PYDyê Salih Mislim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di nav pêşmergeyan de cangorî û birîndar hene. Li hin herêman mecbûr man ku hêzên xwe vekişînin. Hêzên YPGyê ji bo alîkariyê derbasî Iraqê bûn."