Sevim Hatun
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ANKARA
Hat îdiakirin ku li Koreya Bakur li qada ceribandina nukleerê tunêlek rûxiya, di encamê de nêzî 200 kesî di bin enqazê de man.
Li gor nûçeya ajansa Yonhapê, televîzyona Japon Asahiyê ragihandiye ku li qada ceribandina nukleerê tuneleke ku çêkirina wê dewam dike rûxiya.
Hat îdiakirin ku di bûyerê de nêzî 100 kesî di bin enqazê de man, wextê hewl didan yên di bin enqazê de man xilas bikin hezaz çêbû û 100 karkerên din di bin de man.
Wextê rûxîna tunêlê nayê zanîn.