HEWLÊR
Hat ragihandin ku Îranê ji bo ku di navbera Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Bexdayê de pirsgirêkên siyasî çareser bike heyetek şand Hewlêrê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, heyetek di Serokatiya Dr. Riza Emîrî Miqeddemê Alîkarê Sekreterê Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê de bi rayedarên Goran û YNKyê re hat bal hev. Heyetê ji bo ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çaraser bike îstişare kir. Heyetê hevdîtina xwe ya 3yan jî bi Serokê HKIyê Mesûd Barzanî re kir.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera Serokatiya HKIyê hat weşandin, Serokê Heyetê Dr. Riza Emîrî Miqeddem ji Barzanî xwest ku di mijarên hilbijartina Serokomariyê, avakirina hikûmetê û ewlehiya welêt de rola xwe ya çalak nîşan bide.
Miqeddem li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan sekinî û got ku divê hemû gelên Iraqê bi hev re di aramiyê de bijîn.
Miqeddem destnîşan kir ku piştî bûyerên Mûsilê hin tiş guherîn, lê têkiliyên Hewlêr û Tehranê tu carî neguherîn û nikarin zirarê bidin vê têkiliyê û wiha got: "Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dîrokî ne."
Barzanî jî di axaftina xwe de wiha got: "Herêma Kurdistanê mecbûr nîne ku heta hetayî di nav agirê şerê mezheban de bimîne. Em mecbûr nînin ku di bin rêveberiyên xelet de bijîn."
Barzanî bal kişand ku "Kurdistan her tim dixwaze ku bi gelên din re bi biratî û aştî bijî û têkiliyên xwe pêş ve bibe.
Barzanî navê wî hilneda, lê Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî rexne kir û wiha got: "Sedeme qeyranên ku li Iraqê derdikevin siyaseta tekpareziyê ye û zordariyê ye. Sedema pirsgirêkan rêveberiya siyaseta xelet e."