Abdullah Tel
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku tevgerên rêveberiya Amerîkayê yên li hemberî welatê wan sepandinên nû kirin rewacê, li dijî hiqûqê ne.
Li gor nûçeya IRNAya ajansa fermî ya Îranê Zerîf biryara Amerîkayê ya ku Serokê Bankeya Navendî ya Îranê Weliyullah Seyfî tevlî nav lîsteya sepandinê kiribû nepejirand û bertek nîşan da û got: "Ev tevgera Amerîkayê jî wekî kirinên wê yên berê li dijî hiqûqê ye."
Ji hêla din va Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Behram Qasimî jî ji ber sepandinên Amerîkayê yên li hemberî Îranê daxuyanî da çapemeniyê.
Qasimî got ku civaka navneteweyî vekişîna Amerîkayê ya ji peymana nukleerê biserneketin dihesibîne û rêveberiya Washingtonê jî ji bo ku vê biserneketinê veşêre sepandinên nû dike rewacê û dixwaze ser vê meseleyê bigire.