Abdullah Tel
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
XEZE
Îsraîlê di êrîşa ku pêr bir ser Filistîniyên çalakiyên protestoyê li dar dixin da pitikeke 8 mehî ya navê wê Leyla bû şehîd kir û ew sebî bû şehîda herî biçûk a qirqirinê.
Îsraîl pêr dîsa li hemberî welatiyên Filistînî yên ku li ser sînorê Xezeyê barkirina balyozxaneya Amerîkayê ya Tel Avîvê ya ber bi Qudsê va protesto dikirin, qirqirina xwe domand. Di qirqirinê da pitika 8 mehî ya navê wê Leyla bû di bin tesîra bombeyên xaza rûndikrêj a Îsraîlê da ma û şehîd ket.
Diya Leylayê Meryem el-Gandur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên Îsraîlê destê wê ji pitika wê kirin.
Dayika bi kelogirî got ku pêr ji ber ku Leylaya wê nexweş bû wê ew nebir qada çalakiyê lê birayê Leylayê yê 13 salî bêyî dayik û xwişka xwe dide milê xwe û dibe cem diya xwe.
Gandurê destnîşan kir ku sebiya wê Leyla hertim dev li ken bû û ji ber bombeyên xaza rûndikrêj ên Îsraîlê can da û berpirsê mirina wê jî Îsraîl e.
Pîra Leylayê Heyam Omerê jî got ku Îsraîl di dema çalakiyan da qet bala xwe nade zarok û pitikan û bi guleyên heqîqî û xaza rûndikrêj va êrîşên xwe didomîne.