XAZE
Hat daxuyandin ku balafirên şer yên Îsraîlê başûrê Xazeyê ji hewa ve bombebaran dike.
Li gor agahiya ku ji şahidan hat stendin, balafirên şer yên Îsraîlê 20 fuze avêtin bajarê Refaha ku dikeve başûrê Xazeyê.
Çavkaniyên nexweşxaneya Filistînê jî bombebarandina li bajarê Refahê piştrast kir û gotin ku di bûyerê de tiştek bi kesî nehat.
Hat destnîşankirin ku li herêmê di encama bombebarandinê de eraziyên çandiniyê û bi dehan malan xisar dîtin.
Li Cîbaliyê zarokek birîndar bû
Hat gotin ku zarokekî filistînî di bombebarandina balafirên Îsraîlê de birîndar bû.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el Kudra got ku di êrîşê bombebarandinê ya ku ji hewayê ve birin ser Cîbaliya ku dikeve bakurê Xazeyê de zarokekî 4 salî birîndar bû.
Kudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zarokê birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneya Kemal Advanê ya ku dikeve bakurê Xazeyê.
Hat gotin ku balafirên şer bombe barandin ser eraziyên bajaroka Cîbaliyê jî.
Hat gotin ku Beyt Lahyaya bajaroka vala ya ku dikeve bakurê Xazeyê jî hat bomberankirin û di vê bûyerê de jî tiştek bi kesî nehat.
- Xazeyê 33 roket avêt başûrê Îsraîlê
Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn jî ji nîvê şevê û vir ve Xazeyê 33 roket avêt başûrê Îsraîlê.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Peter Lerner li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got ku ji nîvê şevê û vir ve Xazeyê 33 roket û guleyên hawanê avêtin başûrê Îsraîlê.
Di êrîşên hewayê yên ku Îsraîlê di 24 saetên dawiyê de bir ser Xazeyê de 7 jê mensûbê Tûgayên Îzzettîn el-Kassamê li ser hev 9 filistînî mirin û gelek filistînî jî birîndar bûn.