Muhammed Emin Canik
17 Îlon 2024•Rojanekirin: 17 Îlon 2024
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, listeya navan a ku tê da navê kesên di navbera 7ê Cotmeha 2023 û 31ê Tebaxa 2024an da li Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatine kuştin eşkere kir. Di liseteyê da ji 34 hezarî zêdetir nav hene.
Di listeya wezaretê weşand da navê kesên ku di êrîşên ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va dewam dikin da hatin kuştin hene. Di listeyê da navê 11 hezar û 983 zarok bi tevahî 34 hezar û 344 Filistînîyên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin hene.
Bal kişandin ku ji zarokan 710 kes bebekên ku temenê wan di bin yek salî da ye.
Li Xezeyê rêjeya Filistiyên ku hatin kuştin ji sedî 60î jin, zarok û kal û pîr in.
Herwiha bal hat kişandin ku emrê 2 hezar û 734 kesên di listeyê da jî ser 60î ra ye.
Hat gotin hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da hatin kuştin derket 41 hezar û 226an, ya birîndaran jî bû 95 hezar û 413.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji ber ku hêzên Îsraîlê rê li ber digrin, ekîbên parastina sivîlan û tenduristiya bilez nikarin xwe bigihînin cinazeyên di binê kavilan da û yên li devê rêyan mane.
Di êrîşan da kêmtirîn jê 16 hezar û 795 zarok, 11 hezar û 378 jin bi tevahî 41 hezar û 226 Filistînî hatin kuştin, 95 hezar û 413 kes birîndar bûn.