Sevim Hatun
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
CENÎN
Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê, li kampa Cenînê ya li Şerîaya Rojava du filistînî bi lêdanê kuştin, hin kesan jî birîndar kirin.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Nexweşxaneya Dixtor Xelîl Silêman a li parêzgeha Cenînê ku hatiye dagirkirin hat sitandin, du ciwanên ji Filistînê yên ku eskerên Îsraîlê li wan xistibûn, îro danê sibê mirin.
Herwiha hat gotin ku hin filistînî jî birîndar anîn nexweşxaneyê û birîna ji birîndaran a yekî giran e.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, bi teqemenî û çekan êrîşî eskerên tê gotin "operasyon" birine ser Cenîna kampa penaberan.
Di bûyerê de eskeran li hemberî êrîşê bertek nîşan da, herwiha nûçeyên der barê "birîndar û mirî hene" de tên lêkolînkirin. Di daxuyaniyê de zêde hûrgilî nehatin parvekirin.
Di bûyerên îro danê sibê wexta eskerên Îsraîlê avêtibû ser kampa Cenînê de, eskeran li dijî filistîniyan gule û bombeya xazê bi kar anîbûn.