Safiye Karabacak
30 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2023
Artêşa Îsraîlê di êrîşa ku bir ser Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li aliyê navîn a Xeta Xezeyê da di rojbûna wan da cêwiyên 8 salî kuştin.
Esma Zuhuna dayika cêwî Ehmed Nasir û Cîhan Nasira ku duh di êrîşa artêşa Îsraîlê da hatin kuştin daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Dayika dilşewat got ku keça wê xwest ku rojbûna wan pîroz bike û wê jî gote wan ku dema êrîşên Îsraîlê qediyan dê rojbûna wan pîroz bike û got ku "Îsraîlê di rojbûna wan da cêwiyên min ên 8 salî kuştin. Min seranserê 5 salan di hemû nimêjên xwe da ji bo ku ew çêbin dia kiribû."
Zuhunê da zanîn ku artêşa Îsraîlê dema ku hemû malbat di xew da bû bêyî ku tu hişyariyan bide êrîş kir û wiha axivî: "Kurê min Ehmed gelekî ji meta xwe hez dikir û dema êrîş hat kirin li ba wê bû; bi hev ra şehîd ketin. Keça min Cîhan jî bi keçmetên xwe ra radiza. Ew jî şhîd bû."
Dayik Zuhunê hêstir barandin û got ku "Me radizan. Fuzeyê li qata duyem a malê xist. Em li qata jêr bûn. Enqaza qata duyemîn ket ser qata yekemîn. Kete ser cêwiyên min. Cêwiyên min çûn."
Zuhunê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê ragihand ku gelek herêmên wekî Nuseyrat, Ez-Zewadiye, Xan Yûnis û Deyr Belah ewledar in û ji ber vê jî pêşî ji Xezeyê koçî Kampa Penaberan a Nuseyratê paşê jî koçî Xan Yûnisê kirin.
Zuhunê diyar kir ji ber ku Xan Yûnis hat bombebarankirin dîsa vegeriyan Kampa Penaberan a Nuseyratê û xwe sipartin mala metika cêwiyan û got ku "Peywendiya mala em lê bûn bi tu aliyê ra tunebû. Ez nizanim çima bombebaran kirin. 45 roj bûn em li wê malê bûn."
Zuhunê got ku li mala lê diman cêwî û metika cêwiyan hat kuştin lêbelê ji malbata ku li qata jorê dijiyan jî hin kes mirin û got ku "Cêwî hê diçûn dibistanê pola sêyemîn. 4 zarokên min hebûn niha tenê du kurê min man." û êşa xwe anî ziman.