12 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku li Şerîaya Rojava polêsên Îsraîlê bi hinceta "bi wan re çek û amûrên leşkerî hene" 7 welatiyên Filistînê biçav kirin.
Berdevkê Polêsê Îsraîlê Luba Samrî di daxuyaniya nivîskî de got: "Piştî îsxtibarata hat bidestxistin polêsên Îsraîlê li herêma Es-Semûya bajarê El-Xelîlê operasyona hevpar kir û di operasyonê de 7 kes hatin binçavkirin."
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku bi hinceta "bi wan re çek û amûrên leşkerî hebûn" hatin binçavkirin.
Li gorî daneyên Komisyona Êsîrên Filistinî û yên Hatine Berdan li girtîgehên Îsraîlê di nav wan de 300 zarok, 51 jin, 21 rojnamevan, nêzî 7 hezar kes hene.