Haydar Şahin
29 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2020
Artêşa Îsraîlê li nêzî xeta sînor li ser şika hereketê gule berî erdê Libnanê da.
Li gor NNAya ajansa xeberan a Libnanê, hêzên Îsralê ji hereketê ketin şikê û gule berî aliyê gundê Kefer Kelayê ya li nêzî sînor dan.
Der barê mijarê da meqamên Îsraîl û Libnanê hê daxuyanî nedane.
Artêşa Libnanê di daxuyaniya xwe ya duh da destnîşan kiribû teyareyên keşfê yên Îsralê ji roja duşemê pê va li aliyê başûr sînor îxlal kirin, hejmara îxlalan derket 29an.