Muhammed Karabacak
05 Adar 2026•Rojanekirin: 06 Adar 2026
Pergalên parastina esmanî yên Îsraîlê li bajarê Derayê yê ku dikeve başûrê Sûriyeyê, wesayîtên esmanî yên bêfirokevan (ÎHA) ên Îranê xistin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, hêzên Îsraîlê li gundê Înhîla ku dikeve bakurê Derayê, gundê Namera ku dikeve gundewarê rojhilatê Derayê û gundê Acemî yê ku dikeve gundewarê rojavayê Derayê 3 ÎHAyên aîdê Îranê xistin.
Hat gotin ku di bûyerê da tiştek bi kesî nehatiye û zirar negihiştiye mal û milk.