İbrahim Atmaca
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
XEZE
Berdevkê Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa-Behra Spî Sarah Pritchett daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Rêvebiriya Îsraîlê bi hinceta ku piştgirî dane kampanyaya boykotê destûrê nade 7 parlementerên ewropayî ku têkevin welêt. Ev helwest helwesta mogolan e ku li ber dengên dijî polîtîkaya xwe tehemulê nakin. Parlementer be jî ferq nake."
Pritchett destnîşan kir, Îsraîl nahêle ku kesên navneteweyî têkevin axa Filistînê, bi vê astengkirinê va dixwaze filistîniyan ji dinyayê îzole bike û li ser rastiyên li wê derê binixume.
Pritchett bi bîr xist ku Îsraîlê di meha tebaxê da Sekreterê Giştî yê Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa-Behra Spî Pam Bailey hilneda welêt û got ku salên çûyî jî heman zext da ser xebatkar û aktivîstên ofîsên Neteweyên Yekbûyî (NY).
Pritchett diyar kir, parlementerên ewropayî dixwastin ku di nav vê mehê da 4 rojan Filistîn û Îsraîlê ziyaret bike, lê Îsraîlê ev daxwaz red kir.