14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
WASHINGTON
Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) der barê nûçeyên PKK/PYDya rêxistina terorê û DEAŞê peyman îmze kirine ku DEAŞ terka Reqayê bike de daxuyand ku ew ne aliyê vê peymanê ne lê rêzê nîşanî ve didin.
Erîc Pahonê yek ji berdevkê Pentagonê peymana di navbera rêxistinên terorê de hatiye kirin wek "ji bo pirsgirêkeke herêmî çareseriyeke herêmî" bi nav kir.
Pahon ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku li Reqayê hejmara sivîlan zêde ye û ji ber vê koalîsyona dijî DEAŞê ya ku serkêşiya wê DYA dike nikare êrîşa esmanî bike, ji ber vê PKK/PYDyê bi DEAŞê re ev peyman îmze kir.
Pahon got armanca vê peymanê parastina sivîlan e û wiha dewam kir: "Em bi şirîkên xwe re dibe ku her tim mutabiq nebin, lê dema ew pirsgirêkên xwe ra çareseriyê dibînin jî em rêzê nîşanî wan didin."
Li gor peymanê sivîl û malbatên milîtanên DEAŞê wê bikaribin ji Reqayê derkevin û wê derfetê bide wan kesên ku piştgirî dane DEAŞê ew ku cardin di civakê de bi awayekî normal bijîn.
Pahon anî ziman ji koalîsyonê kesekî jî peyman şopandiye lê ew ne tu alî ne.
Pahon got hemû sivîl dema ji bajêr derketine li ser wan lêgerîn hatiye kirin û milîtanên DEAŞê yên ku di nav wan de hewl dane ku herin jî hatine girtin.
Kanala îngilizan BBCyê peyman wek "peymana veşartî" eşkere kiribû. Li ser vê Albay Ryan Dîllonê berdevkê koalîsyona dijî DEAŞê li ser Twîtterê peyamek weşandibû û gotibû ev ne tiştekî veşartiye. Lewra di 10 û 14ê cotmehê de koalîsyonê der barê vê de daxuyanî dabû û radyoya BBCyê jî di nav de bi gelek saziyên nûçeyên re axivîbû ku ew rêzê nîşanî şirîkên xwe didin.