Naim Berjawi,Hamdi Yıldız
20 Tebax 2024•Rojanekirin: 21 Tebax 2024
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşek esmanî birin ser Baalbeka herêma Libnanê, 4 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê NNAyê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşek esmanî birin ser Baalbekê.
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrîş bir ser herêma Duhur el-Ayrun, Curud Nebi Şit û Suheyleyê. Li esmanê Libnanê ÎHAyên Îsraîlê hatin dîtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan, di êrîşan da 2 jê welatiyên Sûriyeyê bi tevahî 4 kes birîndar bûn.