Türkan Tosun
04 Tebax 2020•Rojanekirin: 04 Tebax 2020
Balafirên şer û firokeyên Îsraîlê êrîşî hedefên artêşa rejima Esed ên li başûrê Şama paytexte Sûriyeyê kirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand duh li başûrê Girên Golanê ya ku hatiye dagirkirin hewl hat dayîn ku bi madeyên teqemeniyê va êrîşek bê kirin, li hemberî vê hewldana êrîşê balafirên şer û firokeyên Îsraîlê jî êrîşî hedefên li başûrê Sûriyeyê kirin.
Adraee got di êrîşê da navendên artêşa rejimê, baregehên eskerî, rampayên moşekan ên ji esman êrîşî bejahiyê dikin û cihên îstixbarat û raçavkirinê hatin hedef girtin.
Adraee anî ziman li hemberî wan êrîş bên kirin Îsraîl jî ji bo xwe biparêze wê êrîşan bike û êrîş an çalakiyên li ser axa Sûriyeyê hemberî ÎSraîlê tên kirin jî rejima Beşar Esed berpirsyar e.
Ji hêla din ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê jî daxuyand pergalên parastina esmanî li hemberî êrîşa Îsraîlê bersiv dane