19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Fermandarê Eniya Guwêr-Mexmûrê ya girêdayî Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê Sîrvan Barzanî wiha got: "Bi saya Îttifaqa Îslamê ku bi beşdariya 34 dewletan hat avakirin, wê koza sunî ya di destê DAEŞa rêxistina terorê da were girtin. Îttifaqa Îslamê wê bandora DAEŞê kêm bike."
Barzanî li ofîsa xwe ya li Eniya Guwêr-Mexmûra Mûsilê der barê êrîşên dawîn, perwerdeya ku leşkerên Tirkiyeyê didin pêşmergeyan û bandora Îttifaqa Îslamê ya li ser rêxistinê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Barzanî destnîşan kir ku di têkoşîna dijî terorê da alîkariya hêzên biyanî gelek girîng e û wiha xeberda: "Divê rola dewletên ku perwerdeya leşkerî didin pêşmergeyan di vî şerî da neyê jibîrkirin. Tirkiye jî yek ji van dewletan e. Perwerdekarên leşkerî yên alman û tirk emilandina çekên ku jê ra dibêjin 'Mîlan' nîşanî yekîneyên me didin. Li vê eniyê ev çek gelek bi kêrî me tên. Ji xeynî vê ji 12 zêdeti dewlet li Kurdistanê perwerdeya leşkerî didin."
- Hin teref çekan didin DAEŞê
Barzanî diyar kir piştî pevçûnan çekên ku tên qefaltin baş tên lêkolînkirin û wiha got: "Bi gelemperî çekên sivik tên qefaltin. Lê hin çekên giran jî hene ku di destê me da jî tunene. Li hin herêmên Iraq û Sûriyeyê cebilxane ketin destê me. Balkêş e ku di vî şerê her roj dewam dike da kêmasiya çekan nakşînin. Teqez hin kes çekan didin rêxistinê."
- DAEŞ ji hatina leşkerên Tirkiyeyê ya li Başîkayê aciz e
Barzanî diyar kir ku di demê dawîn da êrîşên li ser pêşmergeyan zêde bûn û wiha xeberda: "Çend sedem hene. Ya yekem ji şert û mercên zivistanê îstifade dikin û dixwezin êrîşî eniyên me bikin. Ya duyemîn jî li Şingalê derbeyeke mezin xwarin. Ya sêyemîn jî ji ber ku leşkerên Tirkiyeyê ji bo perwerdeyê hatin kampa Başîkayê ya li Mûsilê. Ji ber ku medyayê jî zêde mezin kir, aciz bûn. Piştî leşker hatin êrîş çêbû."
- "Îttifaqa Îslamê wê kozên DAEŞê ji destan bigire"
Barzanî diyar kir ku di têkoşîna dijî DAEŞê da her cure hevkarî û alîkarî girîng e û wiha got: "Bi saya Îttifaqa Îslamê ku bi beşdariya 34 dewletan hat avakirin, wê koza sunî ya di destê DAEŞa rêxistina terorê da were girtin. Wek mayîn ji bo ewlehiya dewletan jî muhîm e. Bi saya vê wê kes tevlî DAEŞê nebe. Ev di têkoşîna dijî terorê da gavekî girîng e."