QAHÎRE
Berdevkê Teşkîlata Birayên Misilman Cîhad el-Haddad bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerryê da ku Kerry gotibû artêşa Misrê li welêt demokrasiyê ji nû ve ava dike.
Haddad di daxuyaniya xwe de got: "Tu bendewariyeke me ji birêvebiriya Amerîkayê tuneye. Em ji birêvebiriya Amerîkayê tiştekî naxwazin. Birêvebiriya DYAyê ya ku piştgiriyê dida zorbaziya Mubarek em wisa bawer dikin ku şirîkê derbeyê ye jî.
Haddad wiha pê de çû: "Ma avakirina demokrasiyê karê artêşê ye? Gelo Wezîrê Parastina DYAyê Chûck Hagel ji bo ku Serokê Dewletê Barack Obama ji wezîfeyê werbigire, çalakiyan plan bike hûn ê vê qebûl bikin? Artêşa Amerîkayê, Senato û Kongreyê belav bike û Makezagonê jî dalbiqîne hûn ê vê qebûl bikin?
Haddad bi lêv kir ku nirxandina Kerry endîşebar e û ji bo ku li dijî birêvebiriya piştgir a derbeyê bisekinin, bangî gelê DYAyê kir.