12 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2019
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û fermandarên payebilind ên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) hatin Navenda Herekatê ya li ser xeta sînor û der barê Herekata Kaniya Aştiyê da agahî hildan. Akar û fermandarên TSKyê li navendê man, telîmat dan û xebatên xwe heta serê sibehê domandin.
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz tevlî Wezîrê Parastina Neteweyî Akar duh êvarê derbasî Şanliurfayê bûn.

Akar û fermandarên ku pê ra bûn derbasî navenda herekat lê tê birêvebirin bûn û bi fermandarên yekîneyan ra civîn kirin, agahî hildan û rewşa dawîn a operasyonê nirxandin.
Wezîr Akar tevlî fermandaran rewşa herî dawîn a Herekata Kaniya Aştiyê li navenda birêvebirinê kontrol kirin û Akar got: "Artêşa me di Herekata Kaniya Aştiyê da têkoşîneke girîng dide. Em ê ji bona welat û gelê xwe careke din bi ser bikevin."

- "Eskerên Amerîkayê û koalîsyonê nebûne hedef"
Dema Wezîr Akar ji navenda herekatê derket nûçegihanê AAyê îdiaya ku eskerên Amerîkayê û koalîsyonê hatine bombebarankirin pirsî.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ji bo wan îdiayan got: "Teqez eskerên Amerîkayê û koalîsyonê nebûne hedef. Jixwe di navbera baregehên me û Amerîkayê da kordînasyon heye."
Wezareta Parastina Neteweyî jî di daxuyaniya weşand da ragihand ku ji destpêka Hereketa Kaniya Aştiyê heta niha di top, gule û bombebarandinên ser kozikên PKK/PYD-YPG ya rêxistina terorê da 415 terorîst hatine berterefkirin.