12 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2019
Bi destêpkirina Herekata Kaniya Aştiyê ya ji bo xirabkirina korîdora terorê ya dixebitin li sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin û pêkanîna hizûr û aştiya li herêmê tê kirin va Suryaniyan li dijî xeberên di hesabên nêzî rêxistina terorê da tê weşandin hişyarî dan medyaya civakî ku bira çavkaniya xwe piştrast bikin.
Yekîtiya Suryaniyan a Dinyayê ya li Hengeloya bajarê Holandayê li ser medyaya civakî diyar kir ku NBCya televizyona Amerîkayê di 10ê cotmehê da nûçegihanekî alîgirê rêxistina terorê wekî çavkanî nîşan da û got ku dayik û zarokeke Suryanî di êrîşa Artêşa Tirkiyeyê da hatin kuştin, ev xeber derew e.

WCAyê xebera NBCyê jî parve kir û di peyama xwe da wiha got:
"Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê vê hefteyê tu Suryaniyekî Xiristiyan nehat kuştin. Ji kerema xwe çavkaniyên xwe piştrast bikin, qet na yên YPGyî nînin jî nîşan bidin, maqaleyên xwe serast bikin, xwendekarên xwe û gelê me şaş nekin û gelê me yê di malên xwe da netirsînin, dev ji vê berdin."