Günay Nuh
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
Festîvala Duçerxeyan ku ji bo danasîna bedewiyên xwezayî û her wiha dewlemendiya dîrokî û çandî ya Erdexanê hatiye organîzekirin, dest pê kir.
Waliyê Erdexanê Mehmet Fatîh Çîçeklî di vekirina festîvalê da ku li kampusa Zanîngeha Erdexanê hate lidarxistin, axivî û diyar kir ku bi qasî 70 bajaran zêdetirî 700 duçerxesiwarên qeydkirî hatine festîvalê.
Festîval wê sibê bi gerên li ser rêyên diyarkirî yên li navçeyên cihêreng yên Erdexanê bidome.