Necmettin Karaca
23 Îlon 2026•Rojanekirin: 23 Îlon 2026
Li Erdîşa navçeya Wanê, otomobîl ji kontrolê derket û ji dîwarê îstinadê da hat xwarê û di encamê da ajokar birîndar bû.
Otomobîla bi plaqeya 55 KP 387 ya nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin, li averêya xaniyên TOKÎyê ji kontrolê derket û pêşî li bariyeran xist, piştra jî ji dîwarê îstinadê yê bi qasî 5 metreyan bilind da hat xwarê û welgeriya ser piştê.
Bi îxbara kesên hazir, ekîbên polês û tenduristiyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.
Ajokarê ku di qezayê da birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîd Ridvan Çevik a Erdîşê.