Günay Nuh, Cüneyt Çelik
23 Îlon 2026•Rojanekirin: 23 Îlon 2026
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler serdana Fermandariya Tuxaya Peyade ya Mekanîze ya 14emîn û Walîtiya Qersê kir.
Wezîr Gulerê ku ji bo beşdariya hin bernameyan hat bajêr, serdana Fermandariya Tuxaya Peyade ya Mekanîze ya 14emîn kir.
Piştî serdana vir, Guler çû Walîtiyê û li wir bi Walî Ziya Polat ra hevdîtinek kir.
Walî Polat derbarê xebatên ku li bajêr tên kirin da agahî da Wezîr Guler. Parlamenterê Qersê yê AK Partiyê Adem Çalkin jî di serdanê da amade bû.