Selahattin Erol
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Li Midyada navçeya Mêrdînê ji bo Otogara Midyadê ku dê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li Taxa Sanayiyê were çêkirin, merasima xîmdanînê hat lidarxistin.
Tuncay Akkoyunê Walî û Wekîlşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê di merasimê da axivî û diyar kir ku Mêrdînê van salên dawîn di warên çandinî, turîzm û veberhênanê da pêşveçûneke giring bi dest xistiye.
Walî Akkoyun wiha axivî, "Otogara Midyadê ku îro em xîmê wê datînin, ne bi tenê navendeke veguhestinê, veberhênaneke giring e ku dê sûdeke mezin bide turîzma navçeya me û her wiha dê bi kêrî estetîk û aboriya bajarê me jî bê."
Veysi Şahinê Şaredarê Midyadê jî diyar kir ku otogar dê li ser qadeke 15 hezar metrekareyî û 5 hezar metrekare jî qada sergirtî bê avakirin û dê li gorî mîmariya navçeyê were çêkirin.
Şahin bal kişand ku otogar dê bi kêrî pêşveçûna bajêr û zêdebûna liv û tevgera li herêmê were.